NûçeRojhilatanavinSûriye

Cabirî-ensarî: Tu welatekî mafê destwerdana li karên navxweyî yên Sûrîyê tineye

Alîkarê wezîrê karên derve yê Komara Islamî ya Îranê şeva buhurî piştî hevdîtina ligel serokwezîrê Sûrîyê got: Tu welatekî mafê destwerdana li karên navxweyî yên Sûrîyê û sepandina nêrînên xwe ser gelê vî welatî tineye.

Hisên Cabirî-ensarî herwiha got: Welatên sebebkarê qeyrana Sûrîyê niha divê destwerdan û sepandina daxwazên xwe ser gel û dewleta Sûrîyê bisekinîn û dewsa wê hewl bidin gel, dewlet û neyarên vî welatî lihev bikin.

Wî herwiha ji komên neyarê hikûmeta Sûrîyê ku têrorîsmê şermezar dikin û wê şêwazek jibo dabînkirina armancên sîyasî inkar dikin, xwest ku di çarçoveke aştîyane da û bi gotûbêja sîyasî ligel dewleta Sûrîyê zemîneya derketina welatê xwe ji rewşa qeyranî ya niha pêk bînin.

Cabirî-ensarî ku duh ligel desteyeke dîplomatîk a pilebilind duh danê êvarê derbasî Sûrîyê bû û bi Imad Xemîs serokwezîrê vî welatî ra hevdîtin pêk anî.

Alîkarê beşa welatên ereb û afrîqî ya wezareta karên derve ya Îranê herwiha ligel Feysel Miqdad hevtûşê xwe yê sûrî li komîteya sîyasî ya hevpar a her du welatan ku bi pişkdarîya rayedarên pilebilind ên wezaretên karên derve yên her du welatan hat lidarxistinê, pişkdar bû.

Ev civîn bi awayekî mehane li Têhran an Şamê tên lidarxistinê ta ku her du welat di van civînan da li bara alûgurên herî dawîyê yên sîyasî yên navçê û cihanê û her wiha peywendîyên dualî biaxivin û rawêjkarîyê bikin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu