ÎranNûçeRojhilatanavin

Cabiriyê Ensarî: De Mîstora dê heftiya dinê sefera Têhranê bike

Alîkarê wezareta karên derve ya Îranê li welatên erebî û efrîqî Sadiq Huseyn Cabiriyê Ensarî roja sêşemiyê li gotûbêja  tev nûçegihanan got: Ser daxwaza Îstefan De Mîstora nûnerê taybet ê sekreterê giştî yê NY li karûbarên Sûriyê, ew dê heftiya dinê sefera Têhranê bike.

Alîkarê wezareta karên dreve ya Îranê li beşa welatên erebî û efrîqî bal kişand ser vê yekê ku  jibo çareserkirina qeyrana Sûriyê tev welatên curbicur  dişêwire û hin civînên dualî û çendalî tev welatên  curbicur ên navçê û hin qawetên  navneteweyî li dar xîne û got : Li gorî hevhatina ku  jibo komîteya siaysî ya hevpar tev  Rûsiyê, Iraq, Sûriyê û hin welatên din heye hin civîn li pêşerojê tên li dar xistin.

Cabiriyê Ensarî her wiha ragihand ku YE ji Îranê daxwaza  lidarxistina civîna  sêalî bi hizûra Sûriyê li bara  alîkariyên însanî bo navçên biqeyran ên vî welatî agahî da û got: Ger li navbera her sê aliyan hevhatinek çê bibe civîna sêalî jibo hêsankariya li gihandina alîkariyên mirovheziyê bo navçê  bi qeyran tê li dar xistin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu