Alîkarê wezareta karên derve ya Îranê li welatên erebî û efrîqî Sadiq Huseyn Cabiriyê Ensarî roja sêşemiyê li gotûbêja tev nûçegihanan got: Ser daxwaza Îstefan De Mîstora nûnerê taybet ê sekreterê giştî yê NY li karûbarên Sûriyê, ew dê heftiya dinê sefera Têhranê bike.
Alîkarê wezareta karên dreve ya Îranê li beşa welatên erebî û efrîqî bal kişand ser vê yekê ku jibo çareserkirina qeyrana Sûriyê tev welatên curbicur dişêwire û hin civînên dualî û çendalî tev welatên curbicur ên navçê û hin qawetên navneteweyî li dar xîne û got : Li gorî hevhatina ku jibo komîteya siaysî ya hevpar tev Rûsiyê, Iraq, Sûriyê û hin welatên din heye hin civîn li pêşerojê tên li dar xistin.
Cabiriyê Ensarî her wiha ragihand ku YE ji Îranê daxwaza lidarxistina civîna sêalî bi hizûra Sûriyê li bara alîkariyên însanî bo navçên biqeyran ên vî welatî agahî da û got: Ger li navbera her sê aliyan hevhatinek çê bibe civîna sêalî jibo hêsankariya li gihandina alîkariyên mirovheziyê bo navçê bi qeyran tê li dar xistin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)