IraqNûçeRojhilatanavinSûriye

Hêzên Heşdê Şeibî nêzikî sînorê Sûriyê bûn

Navenda ragihandinê ya Hêzên Seferberiya gelanî yên Iraqê nasyar bi Heşdê Şeibî roja yekşemiyê qala paşvekişandina çeteyên koma têrorîst a DAIŞ`ê ji hejmareke gundên rojavaya bajarê Mûsilê kir û ragihand ku Hêzên Seferberiya gelanî yên Iraqê nasyar bi Heşdê Şeibî nêzikî sînorê Sûriyê bûne.

Li gorî salixdana IRNA`yê, Hêzên Seferberiya Gelanî yên Iraqê nasyar bi Heşdê Şeibî roja yekşemiyê her wiha gundê Kocoyê, cihê ku koma têrorîst a DAIŞ`ê bi sedan jinên êzdî ji wir revandibûn, azad kirin.

Ebu Mêhdî Muhendis dewsgirê fermandariya Hêzên Seferberiya gelanî yên Iraqê nasyar bi Heşdê Şeibî piştî azadkirina vî gundî got: “Koco û gundên din li navçeya Şingalê wê bo êzdiyên Iraqê bê vegerandin“. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu