NûçeRojhilatanavinSûriye

Caferi: “Ez ê serokatiya heyeta Sûriyeyê ya Astanayê bikim”

Nûnerê Daîmî yê Sûriyeyê li Neteweyên Yekbûyî Beşar Caferi di daxuyaniya xwe de ragihand ku ez ê serokatiya heyeta Sûriyeyê ya li hevdîtinên Astanayê bikim.

Nûnerê Daîmî yê Sûriyeyê li Neteweyên Yekbûyî Beşar Caferi di daxuyaniya xwe ya ajansa RIA Novostiyê de ragihand ku ez ê serokatiya heyeta Sûriyeyê ya hevdîtinên aştiyê li paytextê Astanaya Kazakistanê bikim.

Beşar Caferi di berdewamiya daxuyaniya xwe de ragihand ku ew niha nikare derheqê hevdîtinê de hurgiliyên zêdetir bide. Hevdîtinên Astanayê ku bi hewldana Îran, Tirkiye û Rûsyayê tê organîzekirin, dibe di 23ê Rebendanê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu