AsyaNûçeRojhilatanavinSûriye

Caferî: Heta Tirkiye dawî li dagirkeriya Sûriyê neyîne em pêwendiyê nakin

Nûnerê Taybet ê Sûriyê li NYyê Beşar Caferî da xuyakirin, ew plan nakin ku ne li Astana ne jî li civînên Cenevê bi nûnerên Tirkiyê re pêwendiya rasterast bikin.

  Nûnerê Taybet ê Sûriyê li NYyê Beşar Caferî li Astanaya paytexta Qazaqîstanê ji medya rûsî re ragihand, ‘Heta Tirkiye dagirgeriya xwe ya li ser erda Sûriyê bi dawî neyîne, di rojeva me de hevdîtina rasterast bi Enqereyê re nîne.’

Caferî herwiha diyar kir ku li konferansa Ceneê ya Siwîsreyê dibe bi Nûnerê Taybet ê Sûriyê yê NYyê Staffan de Mistûra re were ba hev ku ew jî girêdayî naveroka rojevê ye.

Dewleta Tirkiyê bi mihaneya şerê li dij DAIŞ`ê hewl parek mezin ji axa Sûriyê dagîr kiriye û niha dixebite ku kontrola Babê li bakûra Sûriyê jî bêxe destê xwe û di vê çarçovê de serokomarê Tirkiyê Erdogan gotiye ku piştî Babê em ê Minbicê ku kurdên Sûriyê ew ji destê grûpa terorîstî ya DAIŞ`ê derxistiye bigirin destê xwe. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu