CîhanEwropaNûçeRojhilatanavinSûriye

Caferî: “Yên ku terorê red neke em ê wî hevalgirê terorê bihesibînin”

Serokê delegasyona hikûmeta Sûriyeyê ku tevlî civînên Cenewê bûye Beşar Caferî ragihand ku em amade ne bi muxalefeta ku terorîzmê lanet bike re danûstandinan bikin.

 

Serokê heyeta hikûmeta Sûriyeyê ku tevlî civînên Cenewê bûye Beşar Caferî di axaftina xwe de got: “Tenê şertekî me bi muxalefeta welatparêz û ya yekgirtî ku em bi wan re rûnin masê heye, divê terorîzmê lanet bikin û ji bo ajandayeke veşartî û biyanî nexebitin.”

Beşar Caferî di berdewamiya axaftina xwe de got: “Hemû beşdarvanên ku tevlî danûstandinên Cenewê bûne divê êrişa Hûmsê ku bû sedema bi dehan xelkên sivîl lanet bikin. Heke yek jî vê red bike, em ê wî hevalgirê terorîstan bihesibînin û li gorî wê tevbigerin.” (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu