ErebîstanMafên MirovanNûçeRojhilatanavinYemen

Çalak û karzanê mijarên siyasî yê yemenî: Erebistana Siûdî bikaranîna çekên qedexe li Yemenê zêdetir kiriye

Hisên El Bexîtî karzanê yemenî yê mijarên siyasî li hevpeyivîna digel Press TV`yê li bara cinayetên siûdiyan li dijî gelê Yemenê got: Siûdî hema wisa êrîşên xwe yên hewayî li ser Yemenê bi çekên qexexe didomînin.

Karzanê yemenî yê mijarên siyasî got: Yekem roja ku Can Kêriyê wezîrê karên derve yê Amerîkayê agirbes ragihand, hêzên bin sîvana piştgiriya siûdiyan bazareke Teêzê dane ber êrîşan û di encamê da bîst û çar kes hatin kuştin û bîst û heft kes jî birîndar bûn.

Hisên El Bexîtî her viha got: Di dawîn dema agirbesê da jî wan bazareke din li Heceyê kirin hedef û di encama wê êrîşê da jî çar kes hatin kuştin û neh kes birîndar bûn.

Karzanê yemenî yê mijarên siyasî destnîşan kir ku Erebistana Siûdiyê bikaranîna bombeyên hûşeyî li Yemenê zêde kiriye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu