ÎranNûçeRojhilatanavin

Larîcanî: Îran li hemberî dijminatiyên Amerîkayê rawestiyaye

Serokê Meclisa Şêwraya Îslamî ya Îranê got: Bila Amerîka dilniya be gelê Îranê li hemberî dijminatiyên Amerîka û siyonîstan bi vîna xurtir di bin rêbertiya jîrekane ya Rêberê Giranqedr ê Înqilaba Îslamî dê riya xwe bidomîne.

Serokê Meclisa Şêwraya Îslamî ya Îranê, Elî Larîcanî di destpêka civîna gelemperî ya roja Yekşemê ya Meclisa Şêwraya Îslamî ya Îranê derbarê gotinên dijî Îranê yên vê dawiyê yên serokomarê Amerîkayê her wiha got: Donald Trump serokomarê Amerîkayê li halekî behsa boykotên giran dijî Îranê dike ku îdiaya pêwîstiya cureka gotûbêja nû bi Îranê ra ji bo çareserkirina kêşeyan kiriye.

Serokê Meclisa Şêwraya Îslamî ya Îranê bi gotina vê yekê ku cîhana siyasetê cihê danûstandin û hisabên bi aqilmendî ye ne liv û tevgerên kirêt ên siyasî, got: Dema ku Trump Peymannama Navokî bêyî berçavgirtina sozên exlaqî û pêşeyî bi rihetî binpê dike, çi çaverêtiya xwe heye ku kesek bala xwe bide ser îdiayên wî.

Serokomarê Amerîkayê roja Pêncşemiyê bi gefa sepandina boykotên kêmdîtî li dijî Îranê di eynê demê da hêvîdarî kir ku bi Îranê ra lihevkirineka giştalî bi dest bixe.

Larîcanî her wiha gerrînên serokwezîrê Rêjîma Siyonîst li Ewropayê bi armanca hevrêkirina Ewropayê digel Amerîkayê li warê derketina ji Lihevkirina Atomî û got: Siyonîst bi têkçûna têrorîstan li Iraq û Sûriyê li dû pêkanîna qeyraneka din li navçeyê ne da ku pirsgirêkên xwe yên navxweyî û derveyî binixumînin.

Serokê Meclisa Şêwraya Îslamî ya Îranê bi gotina vê yekê ku berpirsên Komara Îslamî ya Îranê li benda sozên bêdem ên Ewropayê namînin, got: Heke Ewropa nekare Lihevkirina Navokî biparêze, divê biryara xwe bileztir û aşkiratir ragihîne, neku Komara Îslamî ya Îranê dê pêngavên din çi li warê atomî û çi jî li warên din rabike.

Başa dön tuşu