Çandina daran bi destê hêzên çekdarê ên Îranê li navendên tep û tozê
Hêzên çekdar ên Îranê, wê heya dawiya Ferwerdîna sala 1396`an a koça tavî (destpêka Nîsanê), 5 mîlyon şitîlên daran li navendên qeyranî ji hêla tep û tozê va yên li Xûzistanê biçînin.
Li gorî rapora raportêrê me, serokê erkantiya giştî ya hêzên çekdar li seredana navendên biqeyran ên ketine ber tep û tozê li başûrê Ehwazê, bal kişand ser vê yekê ku ev hejmara şitilan wê heya dawiya meha Ferwerdînê ya sala 1396`an a koça tavî (destpêka Nîsanê) werin çandin, çikandin û got: Hêzên çekdar li qonaxa yekemîn wê çar hezar hiktar(donim) ji navendên tep û tozê li navçeya Xîzaniyê kontrol bikin. Serleşker Mihemed Baqirî herwiha got: Eger pêwîst be em ê karwanên Rahiyanê Nûrê (Karwanên diçin serdana meydanên şerê Îran û Iraqê) di vî warî de bi kar bînin.
Seredana nîşan û meydanên dewra berevaniya pîroz û amadebûna di nava karwanên Rahiyanê Nûr ji bernameyên serokê erkantiya giştî ya hêzên çekdar bo Xûzistanê li başûrê Îranê ye ku duh bi şev derbasî Ehwazî bû. (BANGÊ ÎSLÂMİ)