AsyaCîhanNûçeRojhilatanavin

Çapemeniya Îsraîlê ragehand, Amerîka binkeya esmanî ya Încîrlîkê ku li Adana ya Tirkiyê, dixwaze vala bike

Li gor malpera Debka ku nêzîk îstixbarata Îsraîlê ye, Amerîka di cîha binkeya Încîrlîkê de li bakûrê Sûrîyê ango li rojavayê Kurdistanê amadekariya 5 binkeyan kiriye û dixwaze li wan binkeyan bicîh bibe.

Hat zanîn yek ji binkeyan li herêma Rimêlanê balefirgeha Hajar e, du ji wan jî li Qamişlo ne û yên li Qamişlo du balefirgehên biçûkin, a çaremîn jî tê gotin li Kobanê ye. Herwaha binkeya pêncemîn jî dê bibe Tebka. Tê gotin dema ku hemû binke û balefirgeh temam bibin, Amerîka hêza xwe ya di operasyonên Sûriyê de bikartîne, dê derxe du beramberê wê.

Ji aliyê din ve tê îdîa kirin ku di çarçoveya NATO de Almanya jî wekî ku binkeya Încîrlîkê bikartîne, ji naha û pêde bo balefirên xwe li binkeyên Qibrîsa Başûr û Urdinê bicîh bike wan helbijardeyan dinirxîne. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu