İslami Davet Kurdi Bange İslami

Çar eyaletên Amerîkayê bi dû tevlîbûna li Kanadayê ne

Rojnameya ingilîsî ji hewldanên jibo tevlîbûna çar eyaletên Amerîkayê nav Kanadayê agahî da.

Li gorî rapora roja sêşemiyê ya malpera rojnameya ingilîsî ya Sun`ê, xelkê eyaletên Kalîforniya, Ovêrgan, Nêvada û Waşîngton a Ameîkayê bona nîşandayîna nerizamendiya xwe li hember serketina Donald Trump li hilbijartinên serokkomariya vî welatî, bi dû cidabûna ji Amerîkayê û tevlîbûna nav Kanadayê ne.

Li gorî vê raporê, malpera Koçberiya Kanadayê, bi pêleka mezin ji xwestekên welatiyê amerîkî re rûbirû mane ku dil hene herine Kanadayê.

Rojnameya amerîkî ya USA Today`ê, di vî warî de nivîsî, Têgzas jî bi dû cidabûna ji Amerîkayê ye û hin xelkê vî eyaletî li Twiter`ê, kempêyna Tegzît`ê (derketina Têgzasê ji Amerîkayê) li dar xistine.

Vexwandina bi cidabûna eyaletên Kalîforniya, Têgzas, Ovêrgan, Nêvada û Waşîngtonê ji Amerîkayê, di medyayên civakî de bi awayekî berbelav hate weşandin.

Donald Trump, li hilbijartina 58`emîn a serokkomaiya Amerîkayê ku 8`ê meha Mijdarê hate li darxistin, karî bi bidestxistina 290 dengên elekteral li hember 228 dengên elekteral, rikebera xwe ya demokrat, Hîlkarî Klîntonê, piştî du salan propagendeyên hilbijartinê têk bibe û bibe serokkomarê 45`an ê Amerîkayê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Exit mobile version