NûçeRojhilatanavinSûriye

Çar mercên Şamê ji bo damezirandina Komîteya Qanûna Bingehîn a Sûriyê

Sûriyê li du nameyan bo Sikritirê gişt ê Rêxistina Neteweyên yekbûyî (NY) û Konseya Ewlehiyê ya NY çar merc ji bo damezirandina Komîteya Qanûna Bingehîn a Sûriyê danîn.

Li gorî rapora roja Sêşemiyê ya rojnameya El Şerq El Ewsetê Welîd Muelim wezîrê karên derve yê Sûriyê û Bişar Ceferî, Nûnerê hertimî yê Sûriyê li NY li van du nameyan Stêfan Dî Mîstûra , şandiyê taybet ê NY bo Sûriyê bi sûcê hewildana ji bo damezirandina Komîteya Qanûna Bingehîn a Sûriyê tawanbar kirin û çar merc ji bo damezirandina vê komîteyê ji wan nesepandina demajoya diyarkirî hilêxistî.

  1. Li gorî vê raporê, Pêwîstiya sozdariya derheq hakimiyet, serxwebûn û yekparçetiya axa Sûriyê, eva ku ev pêvajo bi rêberiya Sûriyê û biryardana gelê Sûriyê derbarê pêşeroja welatê xwe bêyî destwerdana aliyên biyanî be û nesepandina pêşmerc an encamawergirtina ji pêş va derbarê çalakiya Komîteyê û pêşniyarên wê, her wiha nesepandina demajoyê ji bo vî karî, ji çar mercên Şamê ne.
Başa dön tuşu