İslami Davet Kurdi Bange İslami

Çar rojnamegerên Rûsî li Sûrîye birîndar bûn

Li bajarê Dêra Zorê ya Sûriyeyê di encama teqînekê de birîndar bûn. Herwisa hat ragihandin ku di teqînê de 4 leşkerên Rûsî jî birîndar bûne.

Wezareta Berevanî ya Rûsyayê di derbarê bûyerê de daxuyaniyek belav kir û di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin: “Di 6ê Mijdarê de gava ku nûnerên medyaya Rûsî li taxeke bajarê Dêra Zorê dixebitîn, teqemeniyek hat teqandin. Di encama teqînê de 4 rojnamegerên Rûsî, Îlya Uşenîn (NTV), Timur Voronov (NTV), Konstantin Hudoleyev (Zvezda) û Dmitriy Starodubskiy (Zvezda), herwisa 5 leşkerên navenda şopandina agirbestê ya Rûsyayê jî birîndar bûn.” (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Exit mobile version