FilistînNûçeRojhilatanavin

Çar şehîd û 120 birîndar li 17 mîn îniya meşa mezin a mafê vegerê

Wezareta Tendrustiyê ya Filistînê îniyê şevê li bara şehadeta 4 filistîniyan û birîndarbûna 120 kesan li 17 mîn îniya meşa mezin a mafê vegerê li zîvala Gazayê agahî da.

Wezareta  Tendrustiyê ya Filistînê destnîşan kir ku li nava  birîndarên  duhhejmareke  zêde jin û zarok hene.

Meşa bi aşitî ya mafê vegerê ji 30 Adara buhurî ve bi muansibeta  roja erdê li zîvala  Gazayê destpê  bû û tim didome.

Ji 30 Adarê ve heya niha 149 filistînî li vê meşê bi derba gullên eskerên îsraîlî şehîd bûn û nêzîkî 16 hezar kes birîndar bûne.

Piraniya welatan ji wan Komara Îslamî ya Îranê û her wiha rêxistinên  navneteweyî heya niha  ev cinayet şermezar kirine.

Meşa filistîniyan li salvegera  roja erdê bîranîna  biryara  Rejîam siyonîstî li warê zevtkirina  erdên filistîniyan li 30 Adara sala 1976an  e ku her salê tê lidarxistin.

Rejîma Îsraîlê bi zevtkirina erdên filistîniyan û avakirina bajarokên siyonîstnişîn dilê guherîna nijyara  cuxrafiyayî yên navçên  filistînî û dayîna rûvekeke filistînî bo van navçana ye da ku serdestiyên  xwe li navçên  filistînî tesbît bike.

Başa dön tuşu