Wezareta Tendrustiyê ya Filistînê îniyê şevê li bara şehadeta 4 filistîniyan û birîndarbûna 120 kesan li 17 mîn îniya meşa mezin a mafê vegerê li zîvala Gazayê agahî da.
Wezareta Tendrustiyê ya Filistînê destnîşan kir ku li nava birîndarên duhhejmareke zêde jin û zarok hene.
Meşa bi aşitî ya mafê vegerê ji 30 Adara buhurî ve bi muansibeta roja erdê li zîvala Gazayê destpê bû û tim didome.
Ji 30 Adarê ve heya niha 149 filistînî li vê meşê bi derba gullên eskerên îsraîlî şehîd bûn û nêzîkî 16 hezar kes birîndar bûne.
Piraniya welatan ji wan Komara Îslamî ya Îranê û her wiha rêxistinên navneteweyî heya niha ev cinayet şermezar kirine.
Meşa filistîniyan li salvegera roja erdê bîranîna biryara Rejîam siyonîstî li warê zevtkirina erdên filistîniyan li 30 Adara sala 1976an e ku her salê tê lidarxistin.
Rejîma Îsraîlê bi zevtkirina erdên filistîniyan û avakirina bajarokên siyonîstnişîn dilê guherîna nijyara cuxrafiyayî yên navçên filistînî û dayîna rûvekeke filistînî bo van navçana ye da ku serdestiyên xwe li navçên filistînî tesbît bike.