AborîNûçeRojhilatanavinSûriye

Esad: Em piştî şer karê bazirganî bi welatên piştgirî dane terorîstan re nakin

Serokdewletê Sûriyê Beşar Esad diyar kir, dê Sûriye karê bazirganî bi welatên ku piştgirî dane terorîstan re neke.

Beşar Esad di hevpeyvîna televizyona Rûsî RTyê de got, piştî dawîbûna şer dê aboriya Sûriyxê bi piştgiriya welatên dost bilez bipêşve bikeve.

Esad li ser geşedanên aborî yên dahatuyê ev daxuyanî da: “Ev pêvajo dê hem ji bo me hem jî ji bo kompaniyên biyanî gelekî bi qezenc be. Dikarim vê jî bi awayekî basît û vekirî bibêjim: Gelê Sûriyê dê kompaniyên ku ji welatên helwest li Sûriyê girtine, dijî yekparçebûna Sûriyê derketine û piştgirî dane terorîstan qebûl neke.”

Serokdewletê Sûriyê bi bîr xist ku ew dê hevkariya bazirganî di serî de bi welatên Rûsya, Çîn û Îranê pêk bînin got, Qet nebe em dê hevkariyê bi welatên li dijî Sûriyê helwest nîşan nedane re biki ku li gor prensîbên ehlaqî bêlayan tevgeriyane. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu