NûçeRojhilatanavinYemen

Çar sivîlên yemenî li encama êrişa hewayî ya siûdiyan hatin kuştin

Çar kesên sivîl ji wan du jin û zarokek li encama êrişa balefirên cengê yên Erebistanê ser parêzgeha Sedeyê li bakurê Yemenê hatin kuştin.

 Li gorî rapora roja îniyê ya IRNA`yê, û ji zarê kanala  nûçana  El-Mesîrê,balefirên  cengê yên siûdiyan îro malek li navça Qafirê li bajarê El-Zahirê li Sedeyê dan ber êrişan ku li encama wê sê kes ji wan jin û zarokek hatin kuştin.

Îro her wiha  li encama êrişa  balefirên cengê yên siûdî ser maleke navça  El-Neqaşê li vê parêzgehê, jinek hat kuştin.

Li encama  êrişa hewyî ya duh a ERebistanê ser bajarê Sedeyê jî çar jin, du zarok hati kuştin û 15 kes jî birîndar bûn. Balefirên  siûdî  êriş kirin ser trimbêla  hilgirê van kesana  ku li halê vegeryana  ji dawetkê bûn.

Erebistan tev hin welatên  ereb ji wan Îmarat ji sê salan berî niha ve bi mehna vegerandina  Ebd Rebbê Mensûr hadî, serokkomarê îstifakirî yê Yemenê, dest bi destdirêjiya eskerî û dorpêçkirina  bejahî, deryayî û hewayî ya vî welatî kir.

Li encama vê destdirêjiyê heya niha bi dehan  hezar kes hatine kuştin û bi milyonan kes ji welatiyên yemenî aware bûne û binavahiyên vî welatî  kavil bûne.

Başa dön tuşu