FilistînNûçeRojhilatanavin

Çar siyonîst li taxa ewlehiyê ya Til Avîvê hatin kuştin

Li opêrasiyona du ciwanên filsitînî li taxeke ewlehiyê ya girîng li Til Avîvê çar siyonîst hatin kuştin.

Du ciwanên filsitînî êvara çarşemiyê, 8`ê Hezîrana 2016`an, li navendeke ticarî li nêzikî wezareta parastinê ya Rêjîma Siyonîst gulle berdan ser xelkê û bi vî karî çar kes kuştin ûşeş kes jî birîndar kirin.

Berpirsên Rêjîma Siyonîst ji ber kiryara van du filsitîniyan ku li ser esasa raporên belavbûyî yek ji wan bi giranî birîndar bûye, hêrs bûne.

Filistînî ku li mehên vê dfawiyê bi caran ketine ber êrîşên hêzên rêjîma dagîrker a siyonîst, li pey bûyera Til Avîvê dest bi şadiyê kirin.

Rûniştiyên kampên awareyên filsitînî jî piştî agahiya li bara vê êrîşa filsitîniyan dest bi xwendin astranan û cejn û lîstinê kirin.

Ev êrîşa visa ji bo Rêjîma Siyonîst giran bû ku serokwezîr, wezîrê parastinê û wezîrê ewlehiyê yên Rêjîma Siyonîst serdana ciyê bûyerê kirin.

Li gorî gotina Bênyamî Nêtanyahû, kabîneya ewlehiyê ya Rêjîma Siyonîst îro ji bo hilkolandina vê bûyerê û rakirina pêngavên pêwsît ji bo pêkanîna rtevdîrên zêdetir ên ewlehiyê wê civînejkê li dar xine. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu