ÎranNûçeRojhilatanavinZanîstî

Çar zanîngehên Îranê li koma zanîngehên herî baş ên cîhanê

Cîgirê navenda belgevariya zanistên cîhana islamê got: Li gorî encamên rêzbendiyê, çar zanîngehên Îranê ketine nav koma navendên zanistî yên herîbaş ên cîhanê li warê bîrkarî û zanista kampiyûtirê.

Li gorî rapora IRIB News`ê, cîgirê navenda belgevariya zanistên cîhana islamê, Elî Giznî roja duşemiyê, 20`ê Hezîrana 2016`an, her viha got: Pergala rêzbendiya Layden`ê di sala 2016`an da li heyama 2011-2014`an 665 zanîngehên nasyar li warê bîrkarî û zanista kamoiyûtirê dan nasandin ku zanîngehên Emîr Kebîr, Şerîf, Ilm û Senet (Zanist û pêşe) û Zanîngeha Têhranê ketine nav koma 100 zanîngehên sereke yên cîhanê.

Li gorî raporeke din, doktor Şahîn Axondzade wek yekem lêkolînerê qada doxtoriya derûnnasiyê li Îranê û navçeya Rojhilata Navînê kete lîsta sed zaniyarên sereke.

Li vî halî,, cîgirê plandarêştin û karên aboriyê yê wezareta ênêrjiya Îranê, Elîriza Daîmî got: Îran li warê berhemanîna ênêrjiya kehrebayê di rêza 14`ê ya cîhanê ye û li warê berhemanîn û avakirina hêzgehên gazê û hilmê li nav 10 welatên sereke yên cîhanê da ye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu