ÎranNûçeRojhilatanavin
Çaremîn civîna hilkolandina Protokola Dabînkirina Ewlehîya Deryaya Xezerê li Tehranê dest pê kir

Çaremîn civîna hilkolandina Protokola Dabînkirina Ewlehîya Deryaya Xezerê bi amadebûna desteyên Îran, Komara Azerbaycan, Qazaqistan, Rûsîye û Tirkmenistanê li Têhranê destpê bû.
Di vê civîna durojî da, dabînkirina ewlehîya geştên li deryayê ji wan ewlehîya gemîyan û opêrasyonên deryayî û herwiha sûdwergirtina ji pontansîyelên hiqûqî derheq kontrolkirin û lêgerîna li gemîyan dê bên hilkolandin.
Parastin û jordabirina asta ewlehîya geşt û gerrên li Deryaya Xezerê û parastina jîngeha wê wekî deryaçeya herî mezin a cîhanê jî gellekî girîng e û bidestxistina vê armancê tenê bi vîna ciddî û hevkarîya nêzîk a welatên derdora wê di warê cihanîna qewl û qirarên hevdeng da pêkan e.