IraqNûçeRojhilatanavin

Berdevkê Heşda Şeibî: “Em dê dewamê bidin xebata xwe“

Berdevkê hêzên Heşda Şeibî ya Iraqê her cure îdia li bara hilweşandina vê hêzê ret kir û ragihand ku gotinên wiha neqanûnî ne.

Li gor rapora ajansa El-Neşreh: “Ehmed El-Esedî berdevkê hêzên Heşda Şeibî ya Iraqê bal kişande ser gotinên zelal ên Heyder Ebadî serokwezîrê vî welatî li ser piştevaniya ji Heşda Şeibî û piştevaniya ji dewama xebata hêzên gelanî li nav Iraqê wekî pişkek sereke ji hêzên ewlehiya vî welatî û got: “Merceyên dînî li Iraqê bawerî bi Heşda Şeibî hene û hêzên gelanî li Iraqê di bin çavdêriya dewleta Bexdayê dê dewamê bidin xebatên xwe“.

Ehmed El-Esedî destnîşan kir: “Piştî pesendkirina qanûna ku li bara Heşda Şeibî , bo parlemana Iraqê hatiye şandin, rola hêzên gelanî li Iraqê zelaltir bûye“.

Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê duh şemiyê li civîna Fitwaya Cîhadê û serketinê ku li Bexdayê birê ket destnîşan kir: “Hêzên gelanî yên Iraqê xebata xwe di bin çavdêriya dewletê û merceyên dînî li Necefa Eşref didomîne û nayê hilweşandin“.

Piştî dagirkirina bajarê Mûsilê di 10`ê Hezîrana 2014`an da ji aliyê DAIŞ`ê û hewildana vê koma têrorîst ji bo dagirkirina deverên din ên Iraqê, ayetullah Sîstanî bi dayîna fitwayekê, şerrê dijî têrorîstan wek Wacibeke Kefayî da zanîn û ji hemî welatiyên iraqî xwest ku çekan rakin û herin şerrê têrorîstan û bi vê qirarê hêzên Heşda Şeibî li Iraqê pêk hat (BANGÊ ÎSLÂMİ).

Başa dön tuşu