AsyaEwropaNûçeRojhilatanavinSûriye

Çareserkirina qeyrana Sûrîyê maye ser hevgavîya gotûbêjên aştîyê û têkoşîna li hemberî têrorîsmê

Bişar Esed serokomarê Sûrîyê got ku bêyî tîkoşîna li hemberî têrorîsmê, mirov nikare rêçareya rastî jibo qeyrana vî welatî bi dest bixe.

Esedi li gotûbêja ligel televîzyona SBS a Australîyayê behsa hebûna hin nîşaneyên kutakirina qeyrana Sûrîyê kir û got ku çareserkirina qeyrana Sûrîyê maye ser gotûbêja alîyên sûrî li bara pêvajoya sîyasî lê, divê hevgavê vê yekê meseleya têkoşîna li hemberî têrorîsmê li Sûrîyê bê şopandinê.

Bişar Esedi li bara sistîya çareserkirina qeyrana Sûrîyê got: Piştgirên têrorîstan ên rojavayî û welatên navçê yên wek Tirkîye, Erebistan û Qeter naxwazin şandina alîkarîyan jibo têrorîstan rawestînin.

Li gorî gotina serokomarê Sûrîyê, heke piştgirîya ji têrorîsta bi dawî were û sûrî li bara destûra bingehîn, pêşeroja Sûrîyê û pergala sîyasî rawêjkarîyê bikin, rêçare dikare zef nêzîk be.

Bi derbasbûna 5 salan ji qeyrana Sûrîyê û piştgirîya giştalî ya neyarên Esedi ji têrorîstan jibo sernixûnkirina dewleta qanûnî ya wî, niha hin nîşanên curbicur jibo çareserkirina qeyrana Sûrîyê xûya dikin.

Tirkîyê ligel Erebistan, Amerîka û Qeterê bi destpêkirina qeyrana Sûrîyê, jibo rûxandina delweta Esedi ya j idestê wan hat kirin û bi qasê ku karîn rê li ber derbasbûna têrorîstan bo nav Sûrîyê serast kirin û vekirin.

Tirkîyê 5 sal in alîkarîyê dide têrorîstên li Sûrîyê lê, heta niha tu yek ji armancên ku ji destpêka qeyrana Sûrîyê va hatibûn kifşkirinê, serê xwe negirtine û Esed hela jî ser desthilatê ye û têrorîst her ku diçe lawaztir dibin û mewqîya wan jî têk diçe. Tenha hasila sermayedanîna Tirkîyê li qeyrana Sûrîyê, pêkhatina pirsgirêkan ser rîya ewlehîya Tirkîyê bixwe ye ku li bajarên vî welatî teqîn û êrişên têrorîstî pêk tên. Herî dawîyê jî di encama êrişa 3 têrorîstên xwekuj ser balafirgeha Atatirk a Istenbolê da sêşemê şevê 41 kes hatin kuştinê û 239 kes jî birîndar bûn.

Serêxwenegirtina armancên ku welatên dijberê Esed li qeyrana Sûrîyê kifş kiribûn, bûye sebeb ku welatên hanê niha hewl bidin bi Sûrîyê ra danûistandinê bikin. Li gorî gotina Bişar Esed berpirsên ewlehîya welatên curbicur li pişt perdê hewl didin bi SÛrîyê ra bikevin têkilîyê.

Di vê çarçovê da, malpera nûçe û analîzan a 24`ê roja îniyê nivîsî ku Mewlûd Çavûşoglu weîzêr karên derve yê Tirkîyê li koma nûçegihanên li Bendera Sûçîya Ûrsêtê got: Tirkîye xwazyarê rêçareya sîyasî jibo qeyrana Sûrîyê ye. Wî her wiha got: Tirkîyê li bara man û nemana Bişar Esed ser desthilatê, nêrînên cida hebûn û dijwar e ku bê gotin Tirkîye hela jî ser vê mijarê difikire. Li gorî gotina Mewlûd Çavûşoglu, niha mirov dikare li bara nêrînên cida têkildarî Sûrîyê gotûbêjê bike.

Çawan ku Bişar Esed tekez kirîye, axavtina li bara rêçareya sîyasî jibo qeyrana Sûrîyê têrê nake, belkî têkoşîna rastî li hemberî têrorîsmê û jinavbirina komên têrorîst li Sûrîyê pêwîstîya rêçareya sîyasî ya qeyrana vî welatî ye.

Serketina Sûrîyê li şerê dijî têrorîsmê bi hevkarîya Îran ûÛrsêtê, mewqîya Esed misoger kirîye û jinavbirina têrorîsmê li Sûrîyê di çarçova danûistandina ligel dewleta qanûnî ya Sûrîyê, garantîya ewlehîyê li welatên cînarê Sûrîyê ye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu