NûçeRojhilatanavinYemen

Çavdêrê mafên mirovan : Emerîka berpirsê bombebarana xuşikî yê Yemenê ye

Rêxistina çavdêra mafên mirovan, Emerîkayê berpirsê bombebaran xuşikî li Yemenê da zanîn.

  Li gorî rapora IRNA`yê, Rêxistina çavdêrê mafên mirovan bi weşandina raporekê ser navê “bikaranîna bombeyên Emerîkayê li êrişên neqanûnî, ragihand ku Erebistan bi bombeyên  xuşikî yên qedexe yên Emerîkayê gelê Yemenê dikuje.

Li gorî vê raporê bombeyên xuşikî yên Emerîkayê li êrişa ser bazara Mustebayê û merasima tazîdariyê li Senayê hatin xebitandin û tawanbarê ewil ê  xebitandina van bombeyan Emerîka ye.

Balefirên Erebistanê 8`ê Cotmehê holeke mezin li Senayê ku cimaeteke zêde ji ber tazaîdariya bavê wezîrê berevaniyê yê Yemenê li wir kom bibûn bombenaran kirin. Li encama  vê êrişê 900 kes hatin kutin an birîndar bûn.

Rejîma Alê Siûd ji Adara 2015`an bi piştgiriya  Emerîkayê û hin welatên erebî êriş kiriye ser Yemenê da ku Ebd Rebbê Mensûr Hadî, serokkomarê îstifakirî yê vî welatî vegerîne ser hikûmetê.

Li encama êrişên Erebistanê ser Yemenê bi hezaran kes hatine kuştin û herîkêm 3 milyon kes jî aware bûne. Xêncî wê gelek xisar li binavahiyan ji wan li nexweşxane û xwendingehên  vî welatî ketine. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu