Rêxistina çavdêrê mafên mirovan, Emerîka û Brîtanyayê şirîkê cinayeta vê dawiyê ya hevalbendiya siûdî li Yemenê da zanîn.
Li gorî rapora televîzyona Meyadînê, Rêxistina çavdêrê mafên mirovan, Emerîka û Brîtanyyaê şirîkê cinayeta vê dawiyê ya hevalbendiya destdirêjkir bin fermandehiya Erebistana siûdî li Yemenê da zanîn ku ûtûbûsa hilgrê zarokên yemneî ket ber êrişê.
Vê rêxistinê ser pêwîstiya lêkolînên Rêxistina Neteweyên Yekbûyî li bara binpêkirina qanûnên cengê teqez kir û got ku Emerîka û Brîtanya bayê çend milyar dularî çek firotine Erebistanê û hevalbendiya wan ûtbûsa hilgirê zarokên yemenî dan ber êrişan û bi dehan kes ji wan kuştin.
Rêxistina çavdêrê mafên mirovan raghand ku cinayeta heftiya buhurî li sedeya Yemenê divê bûyereke bi çarenivîs be.
Balafirên cengê yên Erebistanê roja pêncşemê otobûsa hilgirê zarokên yemenî li şarê Zehyanê ser bi parêzgeha Seidê kirin armanc ku di encamê de 55 zarok hatin kuştinê û 77 kes jî birîndar bûn.