Rêxistina Çavdêrê Mafên Mirovan, siyasetên vê dawiyê yên dewleta Trump li warê mafên mirovan rexne kirin.
Li gorî rapora malpera Rêxistina Çavdêrê Mafên Mirovan, ev rêxistina , siyasetên vê dawiyê yên dewleta Trump rexne kirin û destnîşan kir ku dewleta Emerîkayê li warê siyaseta navxweyî û derve mesela mafên mirovan berçav negirtiye.
Ev rexneya Rêxistina Çavdêrê Mafên Mirovan, ji Trump piştî wê cih tê ku Mayk Pompeo wezîrê karên derev yê Emerîka û Nîkî Hêylî balyoza vî welatî li Rêxistina Neteweyên Yebûyî li çarçoveya piştgiriya xwe ji Rejîma Siyonîstî ji derketina Emerîkayê ji Konseya mafên mirovan a NY agahî dan.
Ji aliyê din ve, pêştir , komîserê Mafên Mirovan, yê Rêxistina Neteweyên Yekbûyî, kiryara dewleta Emerîkayê ya cudakirina zarokan bi zorê ji dê û bavê wan ên koçber li sînorn vî welatî şermezar kiribû.
Emerîka her wiha lê digere navendên girtina koçberan zêde bike û bûdceyeke zêdetir ji bo dabînkirina ewlehiya sînorî û zêdekirina karîna teşkîlat û alav û amûrên girtina pêşiya koçberan xwestûbû.
Dewleta Trump her wiha li dû sînordarkirina mafê dengdayînê û mafê nerazîbûna aşitîxwazne ye.
Ji aliyê din ve, dewleta Emerîkayê, dewsa hilkolandina babetên binpêkirina mafên mirovan têkildarî ewlehiya neteweyî, bi îmzekirina belgeyekê, fermana dewama xebata zindana Guwantanamoyê daye.