NûçeRojhilatanavinSûriye

Çavdêrên Rêxistina Qedexetiya Berfirehkirina Çekên Kîmyawî derbasî bajarê Dûmayê li Sûriyê bûn

Koma çavdêriyê ya Komîta peydakirina rasitiyan a ser bi Rêxistina Qedexetiya Berfirehkirina Çekên Kîmyawî, îro sêşemiyê derbasî bajarê Dûmayê li Xûteya rojhilata Şamê li Sûriyê bûn.

 Li gorî rapora kanala televîzyonî ya El-Alamê, çavdêrên komîta  kivşkirina  rasitiyan a Rêxistina Qedexetiya Berfirehkirina Çekên Kîmyawî yekşemiya buhurî ji bo lêkolîna  li bara îdiaya  êrişa kîmaywî ya vê dawiyê li Dûmayê sefera Şamê kirin.

Feysel Miqdad, alîkarê wezîrê karên derve yê Sûriyê duh duşemiyê raghand ku Şam amadeyî hevkariyê û pêkanîna  amadekariyên  pêdivî ji bo lêkolînên Rêxistina Qedexetiya Berfirehkirina Çekên Kîmyawî ye.

Emerîkayê bi beşadriya Fransa û Brîtanyayê, vê sibê bi mehna êrişa kîmaywî  ser navça Dûmayê li derdora Şamê û tawanbarkirina dewleta Sûriyê li vê êrişa îdiayî, bêyî îzna  Konseya Ewlehiyê ya Rêxistina  Neteweyên Yekbûyî êrişa eskerî kir ser vî welatî.

Başa dön tuşu