IraqNûçeRojhilatanavin

Seyid Emar Hekîm: Hinekan dixwazin ku dimokrasi li Iraqê were darve kirin

Seyd Emar Hekîm, rêberê Tevgera Hikmeta Netewî ya Iraqê, îro şemiyê li xutbeyên nimêja Cejna Remezanê (Fitr) ya Bexdayê, kiryara hin nûnerên Parlimana Iraqê ya ji ber plana sêyemîn zêdeka li qanûna hilbijartinan, rexne kir.

Vê dawiyê hin nûnerên niha yên Parlimana Iraqê ku li hilbijartina 12`ê Gulanê, dengên pêwîst bi dest nexistin, pêşniyarqanûna sêyemîn zêdeka li qanûna hilbijartinên Iraqê raber kirin.

Emar Hekîm, got: Parlimana Iraqê dewsa vê yekê ku alîkariya çareseriya qeyrana li welêt bike hewl dide ku rewşa Iraqê aloz bike. Hekîm herwiha got: Herwiha em ser vê bawerê ne ku pêkanîna dewleta Netewî (bi pirraniya dengan) dikare rêçareya rastîn û qenc ji bo pirsgirêkên Iraqê be û di çarçoveya wê meriv dikare encamên baştir bi dest bixe lê vegeryana ser rewşa berê ya xebatê şaş e.

Emar Hekîm herwiha got: Divê em hewl bidin taximeka dewletê ya bi kesên hêja pêk bînin ta ku dewleta dahatî bikaribe bersiva xwestekên gel bide û welêt di rêya pêşketin û geşbûnê de pêşda bibe.

Başa dön tuşu