Sekreterê giştî yê Berxwedana Îslamî ya Nucebaya Iraqê, plan û komployên Emerîkayê jibo perçekirina Iraqê û pêkanîna aloziyê li vî welatî têkçûyî da zanîn.
Li gorî rapora Mêhr Newsê, şêx El-Kebî, sekreterê giştî yê Berxwedana Îslamî ya Nucebaya Iraqê duşemiyê şevê li hevdîtina ayetullah Efîf El-Nablosî, sekreterê Navenda Zanistên Olî ya Îmam Sadiq (s) a Lubnanê li Beyrûtê got: Li rojên tê azadiya tam a Iraqê ji lepên grûpa terorîstî ya DAIŞê bi fermî were ragahandin.
Şêx El-Kebî bal kişand ser vê yekê ku niha hêzên Iraqê li halê paqijkirina navçên bin kontrola terorîstên kirêgirtiyê Emerîkayê li sînorê navbera Sûriyê û Iraqê ne û got: Emerîkayê piştî işkesta DAIŞê, komploya avakirina dewleta kurd li bakurê Iraqê şopand lê ev plana ku armanca wê parvekirina Iraqê bû jî işkest xwar.
Şêx El-Kebî, sekreterê giştî yê Berxweşana Îslamî ya Nucebaya Iraqê, Heşda şebî hêza bihêz a vî welatî bi nav kir û got: Komployên Emerîkayê ji bo parvekirina welatên navçê bi amadebûna komên Berxwedana Îslamî işkest xwar û ew ji ber vê helwestê ecêbgirtî man.
Ayetullah Efîf El-Nablosî jî li vê hevdîtinê bal kişand ser komploya Emerîka, Îsraîl û Erebistanê jibo parvekirina Iraqê û teqez kir: Iraq divê yekperçe û hevgirtî bimîne ku bikaribe komployan bêencam bike.
Vî alimê bi nav û deng ê lubnanî her wiha diyar kir: Besîca gelanî û berxwedan divê li çarenivîsa Iraqê rola xwe hebin ji ber ku hema ev komên berxwedanê ewlehiya Iraqê û gelê wê ne û ew ji lepên terorîstan rizgar kirin.