İslami Davet Kurdi Bange İslami

Çavkaniyên Kurdên Sûriyê: Artêşa Sûriyê li eniyên şer ên li dijî Tirkiyê bi cih bûye

Çavkaniyên Kurdên Sûriyê ragihandin ku hêzên artêşa Sûriyê li eniyên pêş ên li dijî êrişên Tirkiyê li parêzgeha Reqayê bi cih bûne.

Tirkiye bi mehan e li bakurê Sûriyê operasyonên leşkerî dimeşîne da ku “herêmeke ewle” ava bike ku ji bo Sûriyê wek xeter tê dîtin.

Li gorî rojnameya El’Vatan; Rûsyayê asta hevrêziya di navbera artêşa Sûriyê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de zêde kir.

Li gorî vê nûçeyê, armanca vê hevkariyê dabînkirina îmkana bicihkirina hêzên artêşa Sûriyê li devera “El-Tebqa” û taxên bakurê parêzgeha Reqayê ye.

Çavkaniyên nêzîkî HSDê ji El Watan re ragihandin: efserên Rûsî vê dawiyê civînek di navbera efserên artêşa Sûriyê û serkirdeyên leşkerî yên HSDê li bajarê Tebqayê li dar xistin û tê de mijara bicihkirina karwanên nû yên artêşa Sûriyê li taxên bakurê Reqayê û derdora wê di rojevê de bû.

Li gorî van çavkaniyan, piştî vekişîna kurdan ji van pêgehan, roja Înê civîneke din di navbera efserên Rûsyayê û nûnerên Qesdê de ji bo diyarkirina çeperên hêzên artêşa Sûriyê hat lidarxistin, daku artêşa Sûriyê were bicihkirin.

Bicihbûna hêzên artêşa Sûriyê li eniyê ji bo rûbirûbûna hêzên Tirkiyê hevdem ligel vekişîna Hêzên Sûriyeya Demokratîk ji van çeperan pêk hat.

Exit mobile version