IraqNûçeRojhilatanavin

Li Xaneqîn ê 70` bombe teqiyan

Endamê Encûmana parizgeha Diyalî destnîşan li ser metirsiya rewşa derdora parizgeha Xaneqîn ê kir ji ber ku êrîşên çeteyan li wir ji çend mehan ve berdewam e.

Herweha endam ê Encûmanê Diyalî yê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistan ê Zehêr Tahêr di dexuyaniyeke taybet de ji PUKmedia`yê re ragihand ku rewşa navçeyên li derdora Xaneqîn ê gelek zehmet û metirsîdare ,û got komên çete li wir hene her demekê êrîşan pêk tînin.

Amaje bi wê jî hat kirin ku nêzîka 72 bombeyên ku hatibûn çandin teqiyan e,di encamê de şehîd û birîndar ketin, û gelek ziyanên madî jî hat kirin.

Tahêr di dexuyaniye xwe de tekez kir ku vegerandina Hêzên Pêşmerge çareseriya qutkirina rê li pêş çeteyên DAÎŞê ye .

Başa dön tuşu