NûçeCîhanEwropa

Li Rûsyayê balafireke şer ket

Hat ragihandin ku balafira şer a bi tîpa Mig-31 di dema firîna perwerdeyê de li herêma Primorskiy ya Rûsyayê ket xwarê.

Di daxuyaniya Navenda Çapemeniyê ya Herêma Leşkerî ya Rojhilatê Rûsyayê de hat ragihandin ku balafira şer a bi tîpa Mig-31 li nêzî gundê Alekseyevka yê herêma Primorskiy dema ku firîna perwerdehiyê ya plankirî dikir li qada daristanê ketiye.

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat diyarkirin ekîb bi kursiya jejksiyonê ji balafirê derketine û li gor tesbîtên ewil di bûyerê de mirî û birîndar çênebûne.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Balafir bê cebilxane firiya. Dibe ku ketina balafirê ji ber xeletiyeke teknîkî be.

Fermandehiya parastina sînor a Belarûs-Rûsyayê ragihand ku ev balafira bêmirov a Ûkraynayê hatiye xistin û li herêmên sînor ên Ukraynayê xebatên keşf û dîmenê pêk anîne.

Belarûs yek ji hevpeymanên yekem ên Rûsiyê ye di şerê wê yê dijî Ukraynayê de ku zêdetir ji hezar kîlometran sînorê bejayî bi vî welatî re heye û welatên rojavayî jî di vî warî de cezayên li ser Minskê sepandine.

Başa dön tuşu