BehreynErebîstanEwropaNûçeRojhilatanavin

Rejîma Alê Xelîfe û Alê Seûd darê destê Ingilîz in

Nivîskarê Amerîkî destnîşan kir; Rejîma Alê Xelîfe û Alê Seûd darê destê Ingilîzin û London bi dû viya ye ku piştevaniyê bide rejîmên zorbêj û neqanûnî li Rojhilata Navîn.

Li gorî rapora telivîzyona Press TV`yê, Kalîn Kavêl nivîskarê Amerîkî ji eyaleta Vîrcîniya li rojhilata vî welatî bal kişande ser pişkdariya Borîs Canson wezîrê karên derve yê Ingilîzê li civîna ewlehiya Menamê û destnîşan kir; Ingilîz çek û sîlahan difroşe Erebistanê û Behrêynê.

Wî destnîşan kir; Rejîmên Alê Xelîfe û Alê Seûd rejîmên bê xîm û binyat in û ji ber piştevaniya welatên rojavayî yên wekî Ingilîzê ji van welatan e ku hakimên Erebistan û Behrêynê dikarin dewamê bidin hukmraniya xwe.

Wî bal kişande ser viya ku çavê Ingilîzê li nift, gaz, binekanên binerdî yên welatên Rojhilata Navîn e, destnîşan kir, Igilîz piştevaniya van cure hikûmetên zorbêj û neqanûnî li navçê dike ta ku desthilata xwe li navçê biparêze.

Wî bal kişande ser hişyariya xelkê rojhilata navîn û got: Êdî xelk ji dîktatorên zalim natirsin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu