CîhanÎranNûçeRojhilatanavin

Cêbêlî: “Amerîkayê ji bo bêdengkirina dengê mêhwera Berxwedanê, bêjera Press TV`yê girtiye”

Alîkarê beşa dervesînorî ya Radyo û Televîzyona Komara Îslamî ya Îranê, got: “Amerîkayê ji bo bêdengkirina dengê mêhwera Berxwedanê, bêjera Press TV`yê girtiye”.

Polîsê Amerîkayê, Merziye Haşimî, nûçegîhan, dakiyûmêntsaz û bêjera Kanala Press TV`yê ku bi eslê xwe amerîkî ye û ji bo seredana malbata xwe çûbû Amerîkayê, bêyî ti tawanekê girt.

Pêyman Cêbêlî, alîkarê beşa dervesînorî ya Radyo û Televîzyona Komara Îslamî ya Îranê, roja çarşemiyê li hevpeyvîna bi kanala AL ALAM`ê re herwiha got: Ti hegerek ji bo girtina Merziye Haşimiyê li Amerîkayê tuneye, ji bilî vê yekê ku ew jineka misilman a amerîkî ye û ji sala 2003`an ve li kanala Press TV`yê kar dike.

Cêbêlî bal kişand ser vê yekê ku Amerîka bi astengîderxistinên bi awayekê curbicur pêşiya berbelavbûna dengê mêdyayên Îranê digire û destnîşan kir: Zextên Amerîkayê bi rêya boykotên Îranê nîşan didin ku mêhwera Berxwedanê bi awayeka berbiçav pêş ketiye û ev peyam û şehediya cîhanî nîşandera serketina mêhwera Berxwerdanê li hember mêhwera Amerîkayê ye.

Alîkarê beşa dervesînorî ya Radyo û Televîzyona Komara Îslamî ya Îranê, herwiha reftar û serederiyên rayedarên amerîkî bi Merziye Haşimî re bona rakirina hicaba wê, şerm da zanîn û ev kara wekî binpêkirina hurmeta nirxên pîroz ên îslamî da zanîn.

Cêbêlî destnîşan kir: “Amerîkiyan li zîndanê, nehîştin ku Merziye Haşimî xwerinên helal bixwe û tevî sarbûna hewayê nehîştin ku cilûbergên qalind lixwe bike”.

Alîkarê beşa dervesînorî ya Radyo û Televîzyona Komara Îslamî ya Îranê, herwiha amadetiya vê saziyê ji bo alîkariya bo azadiya Merziye Haşimî ragihand.

Başa dön tuşu