NûçeRojhilatanavinSûriye

Cebhet El Nusrayê grûpeka alîgira Tirkiyê ji hev hilweşand

Çekdarên rêxistina Cebhet El Nusra grûpeka îslamî ya alîgira Tirkiyê ji hev belav kir û bi dehan gund û bajarok ji destê wê derxist!

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirov belav kir, piştî şerê 4 rojan di navbera çekdarên Desteya Tehrîr Şam (Cebhet El Nusraya berê) û grûpa Nûredîn Zenkî, ku alîgira Tirkiyê ye, li navçeyên di navber Heleb û Idlibê de zêdetir ji 100 çekdaran ji her du aliyan hatin kuştin.

Rewangehê da zanîn, Desteya Tehrîr Şam zêdetir ji 20 gund û bajarokên ku di destê çekdarên Nûredîn Zenkî de bûn, xist destê xwe û derbek mezin li wê grûpa alîgira Tirkiyê da. Di encamê de grûpa Nûredîn Zengî ji hev belav bû, beşek ji çekdar û fermandeyên wê reviyan Efrînê û beşek jî reviyan Cerablus û deverên ku Tirkiyê di çarçoveya şerê Mertala Firatê de dagîr kiribû.

Rewangehê li ser sedema derketina wî şerî jî daye xuyakirin ku berî çend rojan grûpa Nûredîn Zenkî (grûpek di nava Cebhet Weteniya ya Tehrîr de ye) 5 kes ji Desteya Tehrîr El-Şam kuştibûn, Desteya Tehrîr El-Şam jî êrîş kir û bajarê Darit Ize û gelek rêbendên li derdorê ji Cebhet Weteniya stand.

Deseya Tehrîr El-Şam dest daniye ser piraniya navçeyên Idlibê û rojavayê Helebê û gelek caran şer û pevçûn di navbera wê û grûpên din de derdikeve.

Başa dön tuşu