NûçeRojhilatanavinSûriye

Ceferî: Hevpeymaniya ku şerê dijî DAIŞê nake, sebebkara kuştina sivîl ên sûrî ne

Bişar Ceferî di civîna Konseya Ewlehiyê ya NY jibo hilkolandina biryarnameya pêşniyarî ya rawestandina pevçûnan li Idlibê, tevî amajeya bi serokatiya dewreyî ya Rûsiyê li ser Konseya Ewlehiyê, got:Dîrok dê vê civînê wek civnekê bi bîr bîne ku ne jibo piştevaniya ji gelê Sûriyê, belkî jibo xerakirina Rûsiyê wek serokê dewreyî yê Konseya Ewlehiyê hatiye lidarxistin.

Bişar Ceferî xitabî nûnerê Almanyayê wek yek ji sê welatên pêşniyarkerên biryarnamaeya rawestandina pevçûnan li Idlibê got: Çawa pêkan e biryarnameyeka wiha ji aliyê hin welatan va were pêşniyarkirin ku bixwe di çarçova Hevpeymaniya Navneteweyî li Sûriyê ne; Hevpeymaniya ku şerê dijî DAIŞê nake, belkî binavahiyên Sûriyê xopan dike û sebebkara kuştina bi hezaran welatiyên sivîl ên sûrî ye.

Başa dön tuşu