NûçeRojhilatanavin

Kolana bîrê li bakûra Îranê ji bo Gazê

Birêveberê Peydakirin û Derxistinê ya Kompaniya Neteweyî ya Nifta Îranê beşa Xezerê (Kaspiyanê) ragihand ku kolandina bîrê ji bo bidest xistina Gazê li bakûra Îranê berdewam dike.

Li gor rapora şebeka ragihandinê ya nift û enerjiya Îranê (ŞANA) Birêveberê Peydakirin û Derxistinê ya Kompaniya Neteweyî ya Nifta Îranê beşa Xezerê Yusif Îtimadî îro got: Kolandina bîreke gazê li devera Sûfîkem ya parêzgeha Gulistanê li bakûra Îranê gihêştiye 2 hezar metriyê û hîn jî berdewam dike û li gor bernama pêşveçûna vê kolandinê tê pêşbînî kirin ku em bizûtî bigihêjin encamê.

Li gor Lihevkirina Kompaniya Nift Xezerê û Kompaniya Neteweyî ya Kolandina Îranê vê kompaniyê Dekela 56 ya Kompaniya Neteweyî ya kolandina Bîran ji 3 mehên berî niha li vê navçê de damezirandiye. Ji bo ku ev bîra bigihêje encamê 130 roj hatiye berçav girtin û hêvî tê kirin ku li ser wextê ev kara bigihêje encamê lewra pêşbînî dibe ku ev bîra li Bihara tê bigihêje gazê. (ÎSLÂMİ DAVET KURDİ)

Başa dön tuşu