ÎranNûçeRojhilatanavin

Cehangîrî: Amerîka pêbendê tu isûl û muzakireyekê nîne

Alîkarê Yekem ê Serokê Komara Islamî ya Îranê got: Amerîkayê bi boykotkirina Îranê selimandîye ku pêbendê tu isûl û muzakireyekê nîne.

Alîkarê Yekem ê Serokê Komara Islamî ya Îranê Ishaq Cehangîrî li şarê Zencanê (li rojavaya Îranê) herwiha got: Roja îro dijmin bi xapandinê derbasî şerê dijî Îranê bûye û Komara Islamî ya Îranê ji berê va selimandîye ku gotina zorê qebûl nake û nakeve ber barê wê.

Cehangîrî herwiha got: Amerîkayê bi sepandina boykotên yekalî dijî îranê, tenê armancek heye ku ew jî alozkirina rewşa abora Îranê ye.

Alîkarê Yekem ê Serokê Komara Islamî ya Îranê pêgirî kir: Xweşbextane Komara Islamî ya Îranê tevî hemî zext û boykotan, deyndar nîne û ji welatên din dewlemendtir e, lewma divê çavkanîyên nû yên derhatê kivş bike.

Cehangîrî herwiha got: Îran welatekî bihêz, mezin û xwedîyê berbihorîya dîrokî, şaristanî û çanda dewlemend e ku divê vê nasname û berbihorîyê biparêze.

Başa dön tuşu