LubnanNûçeRojhilatanavin

Destkeftên aborî yên sefera Zerîf bo Ewropaya Rojhilatî û Libnanê

Serokê odeya bazirganî, pêşe û madenan a Îranê destkeftên aborî yên sefera Mihemedcewad Zerîf bo Libnan û Ewropaya Rojhilatî baş da zanîn û got: Çalakên aborî yên Îranê li hin waran da heta qonaxa girêdana biryarname û têgihîştinnameyê pêşda çûne.

Li gorî rapora IRNA`yê, Xulam Hisên Şafêyî serokê odeya bazirganî, pêşe û madenan a Îranê ku hevrê digel Mihemed Cewad Zerîf wezîrê karên derve yê Îranê û taximeke ji 30 kes ji çalakên aborî yên Îranê sefera Ewropaya Rojhilatî û Libnanê kiriye, êvara îniyê her viha got: Li ser esasa tiştê ku çalakiên aborî û beşa sivîl li bara vê seferê dibêjin, encamên seferê baş bûne.

Xulam Hisên Şafêyî got: Li vê seferê hinek ji çalakên aborî yên Îranê li bara ênêriyên paqij û ênêrjiyên vegerbar gotûbêjên baş pêk anîn.

Şafêyî her viha got: Li mijara birêvebirina avê û şêwazên nûjen ên avdayînê, ênêrjiyên paqij û ênêrjiyên vegerbar û li warê tîkeyên erebeyan û mijara hevkariyên tranzîtî jî li Romanya û Slowakiyê çalakên aborî yên Îranê gotûbêjên baş hebûn.

Serokê Odeya bazirganî, pêşe û madenan a Îranê her viha got: Yek ji mijarên girîng ku li Libnanê ji aliyê libnaniyan va hat pêşniyarkirin ev e ku kompaniyên îranî û libnanî bi hevkariya hevdu ji bo avakirina pêşeojê ya Sûriyê tevbigerin û pêdiviyên vî karî ji niha va gotûbêj bikin.

Mihemed Cewad Zerîf wezîrê karên drve yê Îranê hevrê digel tîmek ji çalakên aborî ku ji roja duşemiyê va (7`ê Mijdarê) sefera Libnan û sê welatên Ewropaya Rojhilata kiriye wê heta saeteke din dawîn menzîla sefera xwe anku Pragê ber bi Têhranê va biterikîne (BANGÊ ÎSLÂMİ).

Başa dön tuşu