ÎranNûçeRojhilatanavin

Cehangîrî: Amerîkayê zêdetir ji her welatî rol li çêkirin û berfirekirina gazên gulxaneyî hebûye

Alîkarê yekem ê serokê Komara Islamî ya Îranê bi rexneghirtina ji serokomarê Amerîkayê ji ber biryara vekişîna ji Peymana Av û Hewayê ya Parîsê, got: Amerîkayê zêdetir ji her welatî rol li çêkirin û berfirekirina gazên gulxaneyî hebûye.

Li gorî rapora nûçegihanê SAHAR TV , Ishaq Cehangîrî alîkarê yekem ê serokê Komara Islamî ya Îranê îro li Konfiransa Roja Cîhanî ya Jîngehê li Têhranê,  got: Welatê ku ji hemî welatan zêdetir rola xwe li pêkanîn û berfirekirina gazên gulxaneyî hebûye, roja îro bi serdestzanîna bêyî hisabê, li hemberî van gefên têkildarî jîngehê şikberîya xwe dîyar kirîye.

Cehangîrî herwiha got: Serokomarê Amerîkayê ragihandîye ku ji ber xatirê gelê vî welatî ji Peymana Parîsê vekişîyaye, lê Trump jibîr kirîye ku gazên gulxaneyî bilî gelê cîhanê, gefek li dijî gelê Amerîkayê jî ne û jibo sekinîna li hemberî van gefên ser rêya hawirdorê divê zêdetir ji berê kar bike.

Alîkarê yekem ê serokê Komara Islamî ya Îranê pêkutî kir: Parastina jîngehê di sedsala 21`an de, meseleya herîsereke ya pêşberî cîhanê ye.

Cehangîrî herwiha bal kişand ser hin gefên têkildarî jîngehê yên wekî tep û tozê, gemarbûna hewayê, xirabkirina daristan, deşt û golmencan li cîhanê û got: Îran jî derveyî vê babetê nine û bi saya hewldana sazî û dezgehan û gel, hestyarîyên li bara parastina jîngehê zêde bûne.

Peymana Av û Hewayê ya Parîsê bi mijara “ guhertinên rewşa av û hewayê, tivdîrên pêwîst jibo girtina pêşîya dûharên bikaresat ên wan“ bi dû muzakireyên dirêj li gorî insîyatîfa NY di 12`ê Kanûna sala 2015`ê da ji hêla 194 welatî va hat wajokirinê û di sala 2016`an de hat cihanînê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu