ÎranNûçeRojhilatanavin

Cehangîrî: Armanca sepandina boykotên Amerîkayê, zexta ser gelê Îranê ye

Alîkarê yekem ê serokê Komara Islamî ya Îranê bal kişand ser idiaya Amerîkayê têkildarî rawestandina derfirotina nifta Îranê û ew idiayeke pûç wesif kir û got: Armanca sereke ya boykoyên Amerîkayê, zordayîna ser gelê Îranê ye û ew heta kirrîna dermîn ku ji hewcedarîyên bingehîn ên gelê Îraên ne bisînor dikin.

Ishaq Cehangîrî alîkarê yekem ê serokê Komara Islamî ya Îranê îro li kombûna serokên nuneratîyên Komara Islamî ya Îranê li derveyî welêt, bal kişand ser cîgeha cografîyayî ya taybet û istiratêjîk a Îranê li herêmê û got: Îranê peywendîyên germ bi welatên cînar re hene.

Cehangîrî bal kişand ser vê yekê ku amerîkî hewil didin hevkarîya hin welatan a digel Îranê asteng bikin û got: Hevdengîya cîhanî ser xêra Komara Islamî ya Îranê ye û Amerîka di asta navnetewî de tenê maye.

Alîkarê yekem ê serokê Komara Islamî ya Îranê bi gotina vîya ku amerîkî bi şaşitî fikir dikin ku bi zexta aborî ser Îranê de dikarin bandorê li gelê Îranê bikin, dîyar kir: Li gorî rapora navendên aborîyê yên navnetewî, Îran di rêza hivdehem a aborîya cîhanê de ye û asta danuistandina ticarî ya Îranê jî nêzî 200 milyard dolarî ye.

Wî herwiha got: Komara Islamî ya Îranê netenê hîç deynek tineye belkî pişkeke diravên Îranê li derve hatine bilokekirin.

Başa dön tuşu