Îshaq Cehangîrî,alîkarê yekim ê serokê komara Îslamî ya Îranê îro yekşemiyê li 22`mîn salroja neteweyî ya derfirotinê li Têhranê got: Emerîkî divê berî her tiştî dev ji gotinên zordarane berdin, gelê Îranê mirovên maqûl û mentîqî ne ku dikarin gotûbêjê bikin.
Alîkarê yekim ê serokê komara Îslamî ya Îranê bal kişand ser vê yekê ku armanca sereke ya emerîkiyan li 4 Mijdarê boykota bankên Îranê û derhatên niftê ye û got: Li mehên buhurî her çiqasî karîne zext û zor anîne ser welatên din ku bi Îranê re hevkariyê nekin. Cehangîrî her wiha got: Hin welatan hevkariya xwe qut kirine û hin welatan jî ev kara nekirine helbet Îranê şirîkên nû yên ticarî ji xwe re peyda kirine.
Cehangîrî destnîşan kir:Emerîka li warê boykotên Îranê tenê ye û tenê Rejîma Siyonîstî û Erebistan bi Waşengtonê re bona zexta ser Îranê hev fikir in.
Alîkarê yekim ê serokê komara Îslamî ya Îranê her wiha got ku boykotên Emerîkayê bac û bêşcwazî ye û divê beşa nedewletî bi hemî qaweta xwe bikeve qadê û dewrê daku bi serbilindî ji boykotan derbas bibe.
Li rojhejmêra Îranê 21 Cotmehê weke roja derfirotinê hatiye binavkirin.