Alîkarê ewil ê serokê Komara Îslamî ya Îranê diyar kir: Îran hevkariyaên navbear saziyên curbicur li asta navçê û cîhanê ser sûda hemî welatan, gelan û dewletên alîgirê aşitî û tenahî û ewlehiyê dizane
Îshaq Cehangîrî roja îniyê li 16 mîn civîna serokwezîrên Rêxistina Hevkariya Şangahyê li bajarê Sûçiya Rûsiyê tekez kir: “Îran amade ye ku bi jordebirina asta hevkariyên xwe tev welatên endamê Rêxistina Hevkariya Şanghayê, rol û bandoreka zêdetir li xurtkirina aşitî, aramî, ewlehî û geşatiya navçeyî û cîhanî hebe“.
Alîkarê ewil ê serokkomarê Îranê, bal kişand ser vê yekê ku Îranê destê hevaltiyê ber bi hemî endamên Rêxistina Hevkariya Şanghayê dirêj dike û destnîşan kir: “Hevhatina navokî ya Îran û welatên 5+1`ê û betalkirina boykotên nedadmendane tevî mudaxile û bêsoziyên dewleta Emerîkayê, derfetên nû jibo hevkariya şirîkên navçeyî yên Îranê ji wan welatên endamê Rêxistina Hevkariya Şanghayê pêk aniye“.
Cehangîrî, Îran alîgirê erd, aşitî, aramî û berfirehkirin û gotûbêja navbera çandan, gelan û qewman da zanîn û got: “Îran amade ye jibo cîhaneka bêyî tund û tûjî û fanatîzmê û xurtkirina cih û şûna Rêxistina Hevkariya Şanghayê hewl bide“.
Alîkarê ewil ê serokkomarê Îranê, bal kişand ser gef û derfetên pêşberî navçê û cîhanê û got: “ticarîkirina ewlehiyê ji aliyê hin qawetan û derketina terorîzma tekfîrî ji kontrola pêkhêner û alîgirên wê, bûye sedema gurrbûna bêewlehî , alozî û pêşbirkên çek û sîlehî li cîhanê“.
Îshaq Cehangîrî destnîşan kir: “Rêxistina Hevkariya Şanghayê dikare ji mewqiya cuxrafiyayî ya Îranê û cihgirtina li çar riya derbasbûna hin korîdorên giring ên veguhestina navneteweyî mîna korîdora bakur-başûr, rojava, korîdora seranserî ya riya hesin û korîdora kendava Farsê, deryaya reş jibo cihanîna bername û projeyên giring ên aborî û geşatiya welatên navçê îstifadê bike“. (BANGÊ ÎSLÂMİ)