Îshaq Cehangîrî duşemiyê şevê li mersima destpêbûna faza dudiyan a pêtroşîmiya Karonê li parêzgeha Xûzistanê(başûrê rojava Îranê) deheka fecra inqilaba Îslamî pîroz kir û got: Îran ji ji gefa dijmina ditirse û ne jî ji ji ber ken û girnijîna wan geşbîn dibe.
Alîkarê ewil ê serokê Komara Îslamî ya Îranê bal kişand ser vê yekê ku welatên rojava pir hewil didin navçê bêewleh bikin û got : Komara Îslamî ya Îranê welatê herî ewleh û biistiqrar a navçê ye.
Îshaq Cehangîrî her wiha bal kişand ser vê yekê ku işkestên berdewam ên terorîstan li navçê bûye sedem ku alîgirên rojavayî û erebî yên wan îdiayên derew li dijî Komara îslamî ya Îranê ji wan piştgiriya ji terorîzmê hilêxin û tekez kir. Bereya rojava ya alîgirê terorîstan hewl dide destkevtên Komara Îslamî ya Îranê bi van îdiayana kêmreng û lawaz nîşan bide lê tu carî bi ser nakeve.
Alîkarê ewil ê serokê Komara Îslamî ya Îranê û wezîrên niftê, hêzê, cîhada cotkarî û pêşe, maden û ticaretê yê Îranê, roja duşemiyê jibo destpêkirina xebata çend projên giring ên aborî sefera parzêgeha Xûzistanê kiriye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)