Cehangîrî: Şîrketên mezin hez dikin ku li Îranê sermaya xwe bidin xebitandin
Alîkarê ewil ê serokê Komara Îslamî ya Îranê got: Berfirehkirina bazarê, xebitandina sermaya biyanî û guhestina teknolojiya pêşketî bo Îranê ji wan armancên dewleta Îranê li hevkariya bi cîhanê re ye.
Li gorî rapora IRNA`yê, Îshaq Cehangîrî, alîkarê ewil ê serokê Komara Îslamî ya Îranê roja şemiyê li mersima roja neteweyî ya pêşe û madenê li Têhranê got : Dewleta Îranê li têkiliya bi cîhanê re sê armanca dişopîne û heya asteke zêde gihêştiye vê armancê.
Changîrî destnîşan kir: Îranê bi ciahnîna rêketinnama navokî karî ku mesela tirsandina ji Îranê bike weke hevaltiya bi Îranê re û derfetên xebitandian sermayê li Îranê bo welatên cîhanê bide nasandinê.
Wî berfirehkirina bazara Îranê yek ji rêçareya bêkarî û pêkanîna karû şuxilan da aznîn û got : Bidestxistina xebitandina sermaya welatên biyanî yek ji armancên dewleta Îarnê ye û şîrketên mezin hez dikin ku li Îranê xebatê bikin.
Alîkarê ewil ê serokê Komara Îslamî ya Îranê bal kişand ser peymana faza 11`an a Parsa başûrî bi şîrketa niftê ya totala Farnsayê û got : Xebata şîrketa Totalê li Îranê û wajokirina peymana bi vê şîrketê re tê vê wateyê ku heta şîrketên mzein jî rîskê dikin ku bi Îranê re kar bikin.
Îshaq Cehangîrî her wiha got : Îran li dû bidestxistina teknolojiyên pêşketî yên cîhanê bûye û hevcetiya xwe bo vê teknolojiyê dê bi hevkariya bi welatên cîhanê bi dest xîne. (BANGÊ ÎSL+AMİ)