AborîÎranNûçeRojhilatanavin

Cehangîrî: Şîrketên mezin hez dikin ku li Îranê sermaya xwe bidin xebitandin

Alîkarê ewil ê serokê Komara Îslamî ya Îranê got: Berfirehkirina bazarê, xebitandina sermaya biyanî û guhestina teknolojiya pêşketî bo Îranê ji wan armancên dewleta Îranê li hevkariya bi cîhanê re ye.

Li gorî rapora IRNA`yê, Îshaq Cehangîrî, alîkarê ewil ê serokê Komara Îslamî ya Îranê roja şemiyê li mersima roja neteweyî ya  pêşe û madenê li Têhranê got : Dewleta Îranê li têkiliya bi cîhanê re sê armanca dişopîne û heya asteke zêde gihêştiye vê armancê.

Changîrî destnîşan kir: Îranê bi ciahnîna  rêketinnama navokî karî ku mesela tirsandina ji Îranê bike weke hevaltiya bi Îranê re û derfetên xebitandian sermayê li Îranê bo welatên cîhanê bide nasandinê.

Wî berfirehkirina  bazara Îranê yek ji rêçareya  bêkarî û pêkanîna  karû şuxilan da aznîn  û got : Bidestxistina  xebitandina  sermaya  welatên biyanî yek ji armancên  dewleta Îarnê ye û şîrketên mezin  hez dikin ku li Îranê xebatê bikin.

Alîkarê ewil ê serokê Komara Îslamî ya Îranê bal kişand ser peymana  faza 11`an a Parsa başûrî bi şîrketa  niftê ya totala Farnsayê û got : Xebata  şîrketa Totalê li Îranê û wajokirina peymana  bi vê şîrketê re tê vê wateyê ku heta  şîrketên mzein jî rîskê dikin ku  bi Îranê re kar bikin.

Îshaq Cehangîrî her wiha got : Îran li dû bidestxistina  teknolojiyên  pêşketî yên  cîhanê bûye û hevcetiya xwe bo vê teknolojiyê dê bi hevkariya  bi welatên  cîhanê bi dest xîne. (BANGÊ ÎSL+AMİ)

Başa dön tuşu