İslami Davet Kurdi Bange İslami

Cehangîrî: Wezareta Xezînedariyê ya Amerîkayê bûye odeya şerê aborî dijî Îranê

Alîkarê yekem ê Serokê Komara Îslamî ya Îranê got: Wezareta Xezînedariyê ya Amerîkayê bûye odeya şerê aborî dijî Îranê.

Alîkarê yekem ê Serokê Komara Îslamî ya Îranê, Îshaq Cehangîrî roja Sêşemiyê li rêûrisma destpêkirina plana berfirehkirina polasaziyê li Isfehanê (navenda Îranê), yek ji armancên Amerîkayê derbelêdana li abora Îranê ji bo serêxwegirtina armancên wî welatî da zanîn û got: Ev stratijî ye ku Amerîkayê digel Rêjîma Siyonîst û siûdiyan jî hevahengî kiriye da bikare ji hêlên cûrbicûr va zextê bîne ser Îranê û stratijiya xwe bixe tevgerê.

Alîkarê yekem ê Serokê Komara Îslamî ya Îranê her wiha got: Amerîkayê bi Çînê ra jî şerekî ticarî bi rê xistiye û ji peymanên cûrbicûr ên navneteweyî derketiye û siyaseteka taybet di vê qonaxê da li Amerîkayê tê şopandin.

Cehangîrî bi gotina vê yekê ku Amerîka dixwaze derfirotina niftê wek derhata herî girîng a Îranê heta Mijdara 2018an bigihîne asta sifir, bi bîr xist: Ev îdiayeka pûç û bêbingeh e û cihhatina vê îdiayê hewcedara teslîmbûna welatên din û îtrafa wan bi lawaziya li hemberî Amerîkayê ye.

Exit mobile version