AsyaCîhanEfrîqaÎslâmNûçeRojhilatanavin

Cejna pîroz a Qurbanê an Cejna Ezhayê ji cejnên mezin ên misilmanan e

Îro anku Çarşemî, 10 meha Zîheceya sala 1439an a Koça heyvî, beranberî 22ê Tebaxa 2018an, Cejna pîroz a Qurbanê an Cejna Ezhayê ji cejnên mezin ên misilmanan e.

Di Cejna pîroz a Qurbanê da heciyên ku çûne ziyaretkiirna Mala Xwedê, bi destûra Xwedê  û ji bo razîbûna wî qurbanê serjê dikin û rêzê li pêxemberê mezin ê Xwedê, hezretê Îbrahîm (S) digirin..

Xwedê ji bo ceribandina îman û dilpakî û ixlasa hezretê Îbrahîm (S), ew memûr kir ku arokê xwe anku hezretê Îsmaîl (S) di riya Xwedê da bike qurban. Hezretê Îbrahîm (S) tevî dijwariya vî karî, rabû ku fermana Xwedê cih bîne lê her çiqas hewil da, kêrê gewriyê zarokê wî, hezretê Îsmaîl (S) nebirrî. Di eynî demê da ji erşê fermanek ji hezretê Îbrahîm (S) ra hat ku tu li ezmûna Xwedê bi serbilindî û serfirazî ser ketî  û wê demê beranek hat şandin da ku dewsa hezretê Îsmaîl (S) bike qurban û serjê ke.

Ev bûyera biwate, dersa fîdakarî, jixwebihurîn, serketina li hemberî hewayê nefsê û teslîmbûna li hemberî fermana Xwedê ye. Ji ber vê yekê misilmanên cîhanê jî roja 10`ê Zîheceyê wek cejneka mezin  a îslamî, rêzê lê digirin û dersa bendetî û ixlasê jê hîm dibin.

Başa dön tuşu