ÎranNûçeRojhilatanavin

Cejna `Temûzê` li Ûrmiyê dest pê bû

Hevdehemîn dora cejna çandî û werzişî ya Aşûriyên cîhanê bi navê Kupa Temûzê bi amadebûna hin werzişkaran ji Iraq, Ermenistan û Îranê li Ûrmiyê (bakurê rojavaya Îranê) dest pê bû.

Li gorî ragihandina IRNA`yê, rêvebirê giştî yê Çand û Irşada Islamî ya Parêzgeha Azerbaycana Rojava, Mihemed Baqir Kerîmî êvara Yekşemiyê li rêûrisma vekirina Mihrîcana Aşûriyên Cîhanê, got: “Lidarxistina Kupa Temûzê li Îranê bi cûrekê pûçkirina propagandayên dijminan û nîşandana nêmeta azadî û serxwebûnê ji bo kêmîneyên olî ye û dikare mînakek ji bo welatên din li navçeyê bê hesêb“.

Serokê Lijneya Aşûriyên Ûrmiyê, Stenlî Sîmonz jî li rêûrisma vekirina hevdehemîn Mihrîcana Çandî û werzişî ya Aşûriyên Cîhanê got: `Ev mihrîcan bi amadebûna 250 werzişkaran li çarçova 40 tîmên werzişî û li çiqên ciwan, nûciwan û yên bi temen tê lidarxistin`.

Pêşbirkên werzişî yên hevdehemîn dora Mihrîcana Çandî û werzişî ya Aşûriyan li şeş çiqên Walîbal, Beskitbal, Fûtbal, Tênîsa Ser maseyê, Kişik û Tênîsa ser axê ya Mêran û Jinan ji îro  anku Duşemiyê va li Ûrmiyê dest pê bûye û wê heta 5`ê Tebaxa 2017`an bê domandin.

Kupa Temûzê ji 33 salan berî viya va heta niha li bajarê Ûrmiyê tê lidarxistin.

Temûz meha çarem a Aşûriyan û wek meha Şukr, zêdehî û nêmetê ye û li vê mehê cotkar bi hilberîna berhemên xwe yên cotkariyê nêmeta wan zêde dibe. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu