CîhanEwropaNûçe

Lêkolera amerîkî: Civîna Konseya Hakiman a IAEA’yê li ser xêra Waşîngtonê nîne

Lêkolera amerîkî got: Amerîkayê ku Peymana Atomî binpê kiriye, daxwaza lidarxistina civîna Konseya Hakiman a Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomî (IAEA) kiriye ku dê li ser xêra wî welatî nebe.

Pispora Pillebilind a Ramangeha Konseya Atlantîkê li Waşîngtonê, Barbara Slavinê, îro di gotûbêja digel IRNA`yê de herwiha got: Amerîkayê jibo hilkolandina binpêkirina Peymana Atomî daxwaza vê civînê kiriye, ku ev yek bixwe ji siyasetên dijhev û nediyar e. Diyar nîne ku ev civîn biryar e çi bike, meger ku bixwaze ragihîne ku hemî alî sozdarê Peymana Atomî bin.

Vê lêkolera mijarên navneteweyî got: Diyar e ku Trump dixwaze careke din di hilbijartinê de ser keve û ev mijar vê hêvîdariyê pêk tîne ku şerê leşkerî neqewime.

Li gorî gotina Barbara Slavinê, Peymana Atomî jibo ewropiyan destkevteke mezin û pêngavên nû yên Îranê zexta li ser ewropiyan zêde kiriye da ku INSTEX’ê çalak bikin û di warê ticarî de hin pêngavan rakin.

Başa dön tuşu